Print this page
Êmanwêl Makron: giştpirsiya  Herêma  Kurdistanê  proseyeke demukratîke û Firansa li hember nabe rêgir

Êmanwêl Makron: giştpirsiya Herêma Kurdistanê proseyeke demukratîke û Firansa li hember nabe rêgir

11:35:33 AM

RojavaNews :Serokê Firansayê Êmanwêl Makron   li ser giştpirsiya serxwebûna  Herêma  Kurdistanê helwêsta xwe  eşkere kir û ragihand, "Firansa li hember proseyeke demukratîk nabe rêgir."

Makron ev helwêst  duh Sêşemê 19ê Eylûnê di kungirekî rojnamevanî de li NewYorkê  ragihand, di bersiva pirsyareke Tora Medyayî ya Rûdawê de li ser encamdana giştpirsiya  serxwebûna herêma  Kurdistanê û helwêsta Firansayê li ser vê mijarê diyarkir , ku Firansa li pêşiya proseyeke demokratîk nabe rêgir.

herweha  Serokê Firasayêli gor rûdaw" daxwaza encamdana danûsitandina  di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got, "ew naxwaze hikûmeta Serokwezîrê Îraqê  Heyder Ebadî lawaz bibe” û hêvî kir, ku “hikûmetek û hevsengiyeke siyasî hebe ku rêzê li hemû kêmîne û pêkhateyên Îraqê û bi teybet kurdan bigire".

 Makron  di berdewamiya gotina xwe de amaje kir, " Firansa bi gelê kurdên Iraqê re pêwendiyeke dîrokî heye, û pêwendiyên Firansa û Kurdistanê pêwendîne  kevnar in û cihê rêzgirtinê ye".

 

E.U