2017-09-22
RojavaNews: Di 20ê vê mehê de û li Emerîka û li bajarê Newyorkê Şanda Opozisyona Niştimanî Sûrî roja siyemîn hevdîtin bi wezîrên dereve yên Holendî , Swêdî û Kenedî hat kirin û bi van wezîrên sê dewletan re û civyan û sê wezîreên derve tekezî li ser piştgiriya xwe bo miletê Sûriyê û çareseriya kêşeya siyasî kirin.
Li gor zanyariyên liba Şanda Opozisyonê ji RojavaNews re ragihand: “ Şanda Opozisyona Niştîmanî ya Sûrî bi wezîra derve ya Holendî birêz Birêcîta Tezîler, Birêvebera beşa Rojhilata Navîn ya di wezareta derve ya Holendî hevdîtin kirin û berpirsa Holendî tekezî li ser pitevaniya wê bo miletê Sûriyê û desteya bilind ya danûstandinê bike.
Berpirsa Holendî li ser kêşa Sûriyê ya dijwar axivî û wiha got:” Rolên hin dewletan habû bi liserhevberdana opozisyonê û çêkirina opozisyonek ji bo berjewendiyên xwe bê ku wan bi nav bike û wê tekezî kir ku Esed bi hêztire bêtirî berê û divê wê çawe çareseriyekê ji çûndina wî re bibînin, û ew bi alîkariya Rûsya û îranê çûndina xwe redike.
Şanda Opozisyonê axaftin li ser rola Esed bi çêkirina terorê kirin û wiha got:” Ti carî em nikarin terorê bişkînin bi hebûna Esed, lê em dikarin Da,ş û El-Nusre têkbidin ji ber wê sedemê Esed Rêxistinên Terorê çêkirin ku ji Civaka Nevnetewî re xuyabike yan Esed û yan jî terror, û şanda opozisyonê tekezî kir ku deste kardike bi cîbicîkirina sîstemeke dîmiqratî li Sûriyê têde gerentiya hemo pêkhatên hene ji Ereb û Kurd û Misilman û Xiristiyan mafê wan di çarçewa yekbûna xaka Sûriyê were bicîkirin.
Şanda Opozisyona Niştîmanî ya Sûrî hevdîtin di roja çarşemê bi wezîra derve ya Swêdî birêz Margot Valistiromre hevditin kirin û wezîra Margot wiha got:”Em berdewamin bi şopandina rewşa Sûriyê û wîn dizanin dilê me bi opozisyonêre ye û daxweza me opozisyonek bihêz yekbuyî têde nûnertiya jinan bêhtirbe û li dawiyê wezîrê tekezî li ser piştevayina xwe bo opozisyonê û desteya bilind anî ziman û got:” Pêdiviya me bi orgenîzkirina refên opozisyonê û bi cîkirina rola jinan di nav wan de û jibo avakirina Sûriyê di dema xwe de.
Şanada desteya bilind ya danûstandnê hevdîtin bi wazîra derve ya Kenede, Kirîstîne Firîlend kirin û di wê hevdîtinê de wezîra derve tekezî kir ku rewşa Sûriyê dijwar re û got:” Kenede pir bi hestiyên xwe bi miletê Sûriyê re ye ku hijmara penaberan gîhaye 40 hezan penaber û her yek ji wan çîrokek xwe heye lê wê got hestiyar ne bese û di wê demê de Hikûmeta Kenedî bi lez piştgiriya xwe bo armanckirina lêxistineke leşkerî ya Emerîkî li ser rêjîma Sûriyê piştî erîşên Kîmyayî li Gotayê bi karanîn diyarkir, û wezîra Kenedî ji şandê xwest çi pêşveçûnên nû hene û çi dergeh û çare ji bo veguhastina siyasî li Sûriyê û ji bo sîstemek hikumlarî ku miletê Sûriyê têde jiyana xwe bi aramî bijîn û biyara ji bo hikumetekî bidin, lê mixabin min ew ji nêzîk ve nedîtî, û şanda opozisyonê ji wezîrê re anî ziman û gotin:”Daxweza me bi cîkirina biryarên navdewletî û bi taybet daxuyana Cinêvê û em naxwezin valayî û tevlihevî li Sûriyê çêbibe, daxweza me ewe ku veguhastinek aştiyane ji desthilatdariyê re û mayîna Esed û karkirin li dijî terorê çênabe.
Qadî