Print this page
Rêxistina Efrînê ya PDK-Sê komcivînek ji bo refrandomê li dar xist

Rêxistina Efrînê ya PDK-Sê komcivînek ji bo refrandomê li dar xist

 

 2017-09-24

Rojava News:  Bi berdewamiya çalakiyên bi helkefta nêzîkbûna refrendomê li başûrê Kurdistanê, Rêxistina  herêma  Efrînê ya Partiya Dîmoqrata Kurdistan -Sûriya  duh di 23/9/2017an komcivînek bi rêvebiriya M. Qadir endamê komîteya herêmê ya  PDK-Sê û bi beşdarbûna  gelek dost û hevalan hate li darxistin û pişt re  ahengek şabûnê hate kirin.

 

Piştî rawestandina deqak bê deng li ser giyanê pakrewanên  Kurd û Kurdistanê û bi taybet Barzaniyê nemir û pakrewanên şoreşa Sûriyê,  Qadir bixêrhatina beşdaran kir û axaftin li ser rewşa siyasî li Kurdistana Sûriyê û rola ENKSê di danûstandnên ku niha bi rê ve diçin û berdewamiya binçavkirina di derheqa serkird û kadiroyên PDK-Sê û binpêkirina mafên mirovan li seranserî Kurdistana Sûriyê şirûvekir û bi taybet li herêma Efrînê ku endamê serkirdê PDK-Sê Ebdulrehman Apo di zîndanên PYDê de di rewşeke xerab de dijî.

 

Qadir di berdewamiya axaftina xwe li ser rêfrendoma başûrê Kurdistanê rawestî û  got: “li dawiya dawî miletê kurdistanê bi erênî wê dengê xwe li ser  serxwebûna Kurdistanê li ser destê serokê netewî birêz Mesûd Barzanî  bidin û ji ber raya navdewletî wê li dawî bi îreda miletê Kurd re be û piştre anî ziman ku divê em di her malek Kurd de li Efrînê endamekî wekî serok Barzanî biçînin û rêbazî wî ya netewî bişopîne ”.

 

 

Qadî