Print this page
Serokê Kurdistanê dengê xwe jibo giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê da

Serokê Kurdistanê dengê xwe jibo giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê da

10:43:23 AM

RojavaNews :Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ,Îro Duşemê li  bajarokê Pîrmamê , dengê xwe jibo giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê da.

Herwiha Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li heman cihî dengê xwe da.

Di dîmenekî dîrokî de ku berî niha qet çênebuye ,Dengdana giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê Îro Duşemê 25ê Eylûna 2017an destpêkir.

Hêjayî gotinêye ku Navendên dengdanê, deriyê wan ji demjimêr 08:00 ta 06:00ê Êvarî bi dema Hewlêrê vekirîne ji pêşwaziya dengdaran re,jibo 5 melyon û 375hezar  Kurdistanî yên nivîskirî karibin dengdanê bikin.

E,U