Print this page
Serok wezîrê Kenedî: Em rêzgirtinê ji proseya ku Kurd pê rabûne dikin

Serok wezîrê Kenedî: Em rêzgirtinê ji proseya ku Kurd pê rabûne dikin

 

 10:32:45 AM 

RojavaNews: Duh roja duşemê Serok wezîrê Kenedî, Cestin Tirodu ragihand, em rêzgirtinê ji proseya rêfrandomê ku Kurd pê rabûne dikin, û destnîşkirina wî bo rêfrandoma serxwebûna Kurdistanê, ku roja duşemê bi rêxistin û miltê Kurdistanê bi rengekî fereh  bo degdanê başdarbûn û dengê xwe dabûn.

 

Tirodu ji malpera ”Global News”re ragihand û wiha got:” bi min ne xweşe destêwerdana hin dweletan di karûbarên nav dewletên din de dikin”, û Serok wezîrê Kenedî xuyakir û wiha got:” Em rêzgirtinê ji proseya ku Kurd pê rabûne dikin”.

 

Proseya dengdanê bo rêframdoma serxwebûna Kurdistanê roja duşemê di 25/9/2017 destpêkir, ku dergehên sindoqan di katjimêr 8:00 bi sibê li gor wexta Hewlêrê hat vekirin, û sivîl berve  ew  navendên ku sindoq lê danîne  çûn di nav aheng û şabûnan dengên xwe dabûn.

 

Navendên dengdanê li seranserî Kurdistanê û bi taybet li Kerkuk, Tozxurmatu, Mexmur û her deverên li derveyî rêveberiya Herêma Kurditanê û bi asteke mezin miletê Kurd dilê wan bi hestên disozî, serbilindî û hêviyê dengê xwe dabûn û bi rêvebirin.  

 

Qadî