Print this page
Serokê Herêma Kurdistanê ji Ebadî xwest dergehê diyelogê negre

Serokê Herêma Kurdistanê ji Ebadî xwest dergehê diyelogê negre

10:55:54 AM

RojavaNews: Duh serokê herêma Kurdistanê bang li serok wazîrê Îraqê, Heyder El-Ebadî û hemo

berpisên li Begdadê kir, ku dergehê diyelogê û têghiştinê negrin.

Barzanî di axaftina xwe ya telivizyonî de ku tora  Rudawê ragihandibû û wiha got: “Miletê Kurdistanê rolekî xwe girîng di serkeftina proseya rêfrandomê de habû”.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser sedemên herêmî ku berve rêfrandomê here, û got:”Hikumeta Iraqê destûr binpêkiriye”, û xuyakir ku “Bagdad bi xwe yekbûn û hevkarî têkbiriye”.

Barzanî got:” Pêvejoya proseya rêfrandomê sedema wê têkçûna hevkariyê bû”, û wî ameje kir ku ”rêfrandom ji mafê gelê Kurde û ti kes nikare me sûcdar derxîne û ew ne ferzkirinek dîfektoye û ne dirustkirina nexşa sînor ji tek alîve”.

Barzanî destnîşan kir û got:” Kurdistan wê her tim bibe mala hemi Ereban û ew birayê me ne”, û tekezî kir, “ Cûdahiyên siyasî bi Bagdayê re ti bandor li ser têkliyên me bi Ereban re nine”.

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir û got: ” Zehmetyên dijwar  wê werin pêşiya me, lê bi yekbûn û îradeya me emê serkeftîbin û Kurdistan di paşerojê de wê ronîtir bebe” û serok Barzanî   ” ji miletê Kurd  xwest parastina yekbûna helwestê”.

Barzanî xuyakir û wiha got: “ Em ji dewletên cîran re dibêjin û tekezî dikin emê tim û tim bibin faktira aramî  û rihetiyê di herêmê de û emê her bimînin wisa”.

 

Qadî