Print this page
Emerîka girtina riyên Herêma Kurdistanê yên asîmanî red dike

Emerîka girtina riyên Herêma Kurdistanê yên asîmanî red dike

12:15:12 PM

RojavaNews :Berdevka wezareta derve ya Emerîka yê Hîzir Noyîrt,Duh Sêşemê 26ê Eylûnê ,biryara hikûmeta Îraqê ,bi girtina riyên Herêma Kurdistanê yên asîmanî ,piştî li darxistina rêfrandomê li herêma Kurdistanê ,wek cezayekê rexnekir.

Noyirt di kongirekî rojnamevanî de duh got:” girtina riyên Herêma Kurdistanê yên asîmanî ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve biryareke şaşe "

Di berdewamiya gotina xwede Noyirt zêdekir:”Em ti hewildanên geşkirna nakûkî û şer di navbera herdû aliyan de qebûl nakin.  “

Herweha Noyirt destnîşankir:”em ne piştgiriya rêfrandomê dikin,û ne dibin alîgirê hikûmeta Bexdayê,lê em yekîtiya Îraqê dixwazin.   “

Berdevka Emerîka ya derve balkişand li ser hejmara beşdaran di rêfrandoma Kurdistanê de û got" rêjeya dengdanê li herêma Kurdistanê pir mezine ,û welatiyên Kurdistanê ew qebûl kirine û piraniya wan pê razî ne,  "

Her weha ji Bexda û herêma Kurdistanê xwest ku lêdwanên cedi bi hevre bikin ,da pirsgirêk û nakûkiyên daleqandî navbera xwe çareserbikin.

E.U