12:23:21 PM
RojavaNews: Neteweyên Yekbuyî alîkariya xwe bo “çareseriya pirsgirêkê” di navbera Hikumeta îraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanêde der barê rêfrandomê, ku di roja Duşema bihurî hat kirin pêşkêşkir.
Wezareta Derve ya Îraqê di daxuyaniya roja Pêncşema bihurî got, Yan Kobîtç, Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Îraqê dema bi Wezîrê Derve yê Îraqê, Îbrahîm Elceferî re civiya û ew alîkarî pêşkêş kir.
Daxuyaniyê ji Kobîtiç ragihand û wiha got:” Em di Neteweyên Yekbuyî de amadene alîkariya we bikin bo çareserkirina pirsgirêkê bi Kurdistanê re, û Neteweyên Yekbuyî bi Yekbûna xaka Îraqê re ye “.
Qadî