Print this page

Bangewaziyek ji bo revenda kurd li tevaya Ewropa

Bangewaziyek ji bo revenda kurd li tevaya Ewropa ji bo lidarxistina xwepêşandanên piştgiriyê digel başûrê kurdistanê Weku wefadariyek ji xwîna şehîd û qurbaniyên gelê kurd re, em bang li revenda kurdî li tevaya Ewropa dikin ji bo lidarxistina xwepêşandanan li pêşiya balyozxane û qonsilxaneyên Amerîka li tevaya Ewropa ji bo piştgiriya biryara dîrokî ya gelê kurd li başûrê kurdistanê ya hatî standin bi encamdana giştpirsiyê û diyarkirina mafê çarenivîsê xwe û avakirina dewleta xwe ya serbixwe. Ji ber guhertin û pêşhatên niha li kurdistanê dibin, nemaze yên piştî serkeftina piroseya giştpirsiya dîrokî ya ji bona serxwebûnê hevdem digel guvaş û fişarên mezin û şerê piropagenda yên hikûmeta Îraqê digel dewletên herêmê yên dagîrker li dijî armancên gelê kurd yên ji bona bidestxistina azadî û serxwebûna xwe. Wek nûnertiya Encûmena Niştimanî ya kurdî (ENKS) li Ewropa û digel Partiya Demokrat a kurdistanê (PDK), û wek erkekî netewî û pêwîst piştgiriya gelê mae li başûrê kurdistanê dibînin, lewra em gaziyê li revenda kurdî û partiyên siyasî yên kurdistanê û rêxistin û komeleyên lawan û sercem sazî û komîteyên komelgeha sivîl û rewşenbîr û mediyakaran dikin ku rabin bi lidarxistina xwepêşandanên girseyî li pêşiya balyozxane û qonsilxaneyên Amerîka li welatên lê dijîn, tevlî xwepêşandana li roja duşemê 09.10.2017 ya li pêşiya