Print this page
Herêma Kurdistanê hilbijartinên serokatiyê û perlemanê radighîne ku meha bê wê lidarkeve

Herêma Kurdistanê hilbijartinên serokatiyê û perlemanê radighîne ku meha bê wê lidarkeve

11:18:04 AM 

RojavaNews: Komîsyona hilbijartinan û rêfrandoma Herêma Kurdistanê duh roja sêşemê ragihand, bidawîkirina hemo amadekariyên bo hilbijartinên serokatiyê û perlemanê li Herêma Kurdistanê di yekê meha mihdarê de wê lidarkevin. 

Seroka Desteya Komîsyonan di komîsyonê de Hindirîn Mihemed got:” bidawîkirina hemo amadekariyên hilbijatinên serokatiyê û perlemanê me kir, û ji îro ve emê çend deman diyar bikin ku karên xwe bi cîbînin, û xuyakir dîrok ji bo sazkirina hevpeymanan di navbera Partiyan de wê ji îro ve dest pê bibe ta şeşê vê mehê, û Partiyên ku bi hevdûre  hevpeymanan dixwezin şertgirtina hilbijartinan di yek lîste de bikin, û divê ew li bargehên komîsyonê vegerin ji ber mulet hatiye danîn bi dawî tê”.

Seroka Encûmena Komîsyonê ragihand  û got:”ku avakirina kampanyayên  propagandayê ya ku ji 15 ê cotmehê ve destpêdike, û wê destnîşan kir, ku demên hatiye danîn nayên  guhertin, ji ber tunebûna dema mayî ji bo hilbijartinan”.

Tê zanîn 93 ji sedî ku beşdarî hilbijatina  serxwebûna Kurdistanê bûne, ku ji berî hefteyekê hatiye lidarxistin û dengên xwe bi belê bo serxwebûna Kurdistanê dabûn, lê Hikûmeta Baxdadê encamên hilbijartinan redkiribû,  ku ew prose ”ne desturiye” û gurzek  kiryar li dijî wê derxistin, ji wan kiryaran, çûndin û hatinên balafirên navdewletî ji balafirgehên Hewlêr û Silêmanyê werin sekinandin. 

Li gorî yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê, hilbijatinên serokatiyê û Perlemanê wê di yek demê de werin  lidarxistin.

 

Qadî