9:38:44 AM
RojavaNews :Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriy ENK-S Duh çarşemê 4ê meha Cotmehê 2017an , daxuyaniyeke ,piştevaniya Kurdistanê belavkir,daxuyanî wisa hatiye:
Di sala 2003an de, Gelê Îraqê bi kurd, Ereb û hemû pêkhateyên xwe yên neteweyî û olî bi nemana diktatoriyetê piştî roxandina rêjîma diktatorî li Îraqê li ser destê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, dilxweş bûn.
Dengdan li ser Destûr û avakirina Parlemanê li ser binemaya Dewleteke Hevgirtî (Fidralî) bi sîstemeke dîmuqratî parlemanî firehalî bê cudahî ji bo hemî Îraqiyan, lê Hikûmetên Îraqê yek li dûv yekê û bi destwerdanibe herêmî kirêt, Îraq kirin dewleteke tayfî û navenda gendeliya siyasî, rêveberî û darayî, vê yekê tu rê neda pêkvejiyanê, bi taybetî beramberî Gelê Kurdistanê.
Rêjîma li Bexdadê dest bi birîna mûçeyên karmendên kurd û jikardûrxistina wezîran û birîna budceya Herêma Kurdistanê, herwiha Pêşmerge weke hêzeke yasayî Îraqî nabînin, tevî ku Pêşmerge hêza sereke ya rêxistinkirî ji bo parastina Gelê Kurdistanê ye.
û di şerê li dijî DAIŞ û terorê li navçe û çîhanê de, herweha pirsa petrol û gazê û bicînekirina Madeya 140î ji Destûra Îraqê ku ew xelk û rûbera Herêma Kurdistanê ji pêşketinê bêpar kirin.
Û hertişt êdî ji 14 salan ve bêçare ma û gelek kiryar û binpêkirinên şofînî li dijî Gelê Kurdistanê û hemî pêkhateyên wê yên netewî û olî, ji ber wê yekê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî nemana hemû derfetan ku bi Hikûmeta Îraqê re rêbikeve û di encamê de biryar hat standin roja 25ê Eylûna 2017an û bi erêkirina Partî û Parlemana Herêmê û bi pîrozbahiya Gelê Kurd û her kesê rêzê li pirensîpên azadî û dîmuqratiyê li cîhanê digre, Rêfrandom were encamdan.
Rêfrandom bi beşdariya çavdêrine navdewletî û bi hezaran ji rêxistinên mafperwerî bi ser ket û mezintir ji hemî pêşbîniyan bû, ew jî li gorî yasayên Netewên Yekgirtî û Destûra Îraqê û Parlemana Kurdistanê pesend kir.
Lê ji dema encamdana Rêfrandomê ta niha, helwestên necadperestî û şofînî yên qirêj kína xwe li dijî Gelê Kurdistanê yê aştiyane derketin.
Hîn jî gefxwarin û nexweşkirina atmosfêran bi ser danûstandinan ku serkirdayetiya Kurdistanî dixwaze, dikeve. Herweha hemahengiyê bi nehînî û eşkere li gel welatên herêmî bi taybet bi aliyên ku mafê Gelê Kurd li parçeyên din Turkiye, Sûriye û Îran desteser dikin re û bikaranîna ragihandina jehirkirî bi necadperestî û tayfiyetê.
Em weke Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê piştevaniya xwe bi Gelê Kurdistanê û Parleman û Hikûmeta wî radighînin, û bi hêz em palpiştiya helwestên serkirdayetiya Kurdistanî bi serokatiya Birêz Serok Mesûd Barzanî û siyaseta wî ya hişmendane û leheng û pirensîp û binemayên wî yên bilind di warê mafê mirovan û jiyana hevbeş de, di navbera hemî pêkhateyên li Kurdistanê bi hev re dijîn de û hewla wî ji bo pêkanîna daxwaza Gelê Kurdistanê di destnîşankirona çarenivîsa xwe bi aştiyane û dûrî tundiyê.
Em bang li Hikûmeta Îraqê dikin ku li banga Serkirdayetiya Kurdistanî ji bo danûstandinan derkeve, ji bo peydakirina baştirîn bijarte ji bo gelên navçeyê û Kurdistan bibe cîran û dosteke ku neynika pirensîpên hevbeş be.
Em bang li welatên herêmî dikin ku dev ji gefxwarin û derewkirina hebûn û mafê Gelê Kurd li navçeyê û nexweşkirina atmosfêran ku xizmeta gelên wê û hemî navçeyê nake, berdin û baştirîn peywendî bi Serkirdayetiya Kurdistanê re ava bikin.
Em bang li cîhana modêrn dikin ku pabendiyê bi pirensîpên dîmuqratiyê û peyman û belgeyên navdewletî di vî warî de bike, û dûrî durûtiyê bi Gelê Kurdistanê re bikeve, ji ber ku Rêfrandom piroseyeke cemawerî dîmuqratî ye, vîna gel bi awayekî dîmuqratî derdibirîne û ew mafê her gelî ye di hilbijartina çarenivîsa xwe bi man yan cudakirinê.
Herweha em bang li Gelê xwe yê Kurd bi giştî dikin ku dûrî dudulî û tirsê bikeve, em hêvîdar in banora qerebalixa ragihandina dijminane nexwe, li pêşiya Gelê Kurdistanê baştirîn bijarde hene eger weha ma yekgirtî bi serkirdayetiya xwe re û girêdayî mafê xwe yê netewî rewayî.
Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê
04.10.2017