12:25:39 PM
RojavaNews: Ajansa Nûçeyan ya Almanî roja Pêncşemê got, ku jêderên Sûrî nêzîkî rêjîmê xuyakrin, ku danûstandin di navbera Rêjîma Sûriyê û rêxistina Daîşê ya teror de bo veguhestina milîsên Daîşê ji bajarê "El Qeryeteyn" li Başûrî Rojhelatî Humsê bo Dêra Zorê tênkirin.
Ajansê ji jêderên ragihandina rêjîmê ragihand:" ku ertêşa Sûriyê hêzên mezin yên leşkerî li derdora bajarê El-Qeryeteyn li nêzîkî Humsê bi cîkiribû û dixwest êrîş û kontirola wê bajarî bike ji ber ew bajar kontirolbibû ji aliyê xelekên Daîşê yên xewkirî roja înya bihorî û êrîşkirina wan li ser bargehên hêzên hikûmetê û çekdarrên ser bi rêjîmê ve, û li wê bajarî milîsên Daîşê sivîlan ji xwe re bi kartînin wek girtî, lê risipî û kesayetên navdar li bajêr ketibûn navbera hêzên hikûmetê û milîên Daîşê bi mebesta veguhestina wan milîsan bo derdora Rojhelatî DêreZorê.
Jêderan tekezî kir, ku hêzên hikûmetê hêzeke mezin bo bajarê El-Suxne li derdora Rojhelatî Humsê şandibû piştî ji berî çend rojan rêxistina Daîşê êrîş li ser wê bajarî kiribûn.
Qadî