Print this page
Efrîn....40 çekdarên  di nav refên YPGê de direvin û berê xwe didin sînorên Tirkiyê

Efrîn....40 çekdarên di nav refên YPGê de direvin û berê xwe didin sînorên Tirkiyê

10:24:42 AM  

RojavaNews: Bêtirî 4o çekdarên di nav refên YPGê de berî çend rojan û piraniya wan heval û alîgirên tevgera Kurdî ne, û bi darê zorê tevlî wan bûne, piştî biryara leşkeriya neçar û metirsiyên wan çekdaran ku veguhezînin bo Tabûra pêncan ya ku rêjîm û YPG bi hevbeş serpiriştiya wê tabûrê dikin, reviyan û berê xwe dabûn  çol û ciyan.

Jêderekî  ji  Gundê Bêkê ser bi devera Bilbilê ve  li Herêma Efrînê  ji RojavaNews re ragihand: “Bêtirî 40 çekdarên di nav refên YPGê de reviyan  û berê xwe dabûn çol û çiyan ji ber metirsiya wan ku PYD wan veguhezînin nav tabûra pêncan ku rêjîm û YPGê bi hevbeş serpiriştiya wê tabûrê  dikin û wan çekdaran nerazî û metirsiyên xwe xuyakiribûn ku ev tabûnr hatiye dirustkirin ti berjewendiyên Herêma Efrînê têde nîne.    

Herweha û li gor wî  jêderî, ku hin ji wan çekdaran berê xwe dabûn sînorê Tirkiyê û alên sipî hildabûn û xwe radestî leşkerê Tirkiyê kiribûn, û li wir hin ji wan derbasî Tirkiyê bûne, lê piraniya wan, leşkerên Tirkiyê ew redkirin bi sedema ku çênebe ew derbasî paş sînor bibin, û piştre hin ji wan çûn cihên nediyar û yên din YPGê ew girtin û tevlî xwe kirin. 

Hêjayî gotinê ye, ku milmilan ketiye nav çekdarên YPGê û bûye cihê metirsiyê, piştî ew têgheştin ku navên wan li ser sînor heye  û   ew nikarin derbasî Tirkiyê bibin û ne tenê redkirina wan, lê belê veguheztina wan bo tabûra pêncan û di nave de çarenivîs û paşeroja wan nediyarin kû pişt re wê radestî rêjîma Sûriyê bibin û li gor wan çekdaran taliya jiyanê ye.

 

Qadî