Print this page

Tahir: Lidarxistina hilbijartinan xizmeta hevpişkiya rasteqîne nake

RojavaNews: Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S  û endamê Lêvegera Siyasî Mihsin Tahir  got biryara  lidarxistina hilbijartinên Encumena Şaredariyan gaveke istivzaziye û xizmeta hevpişkiya rasteqîne nake.

Tahir lê zêde kir ku  "Dema vê biryarê tê wateya wê yekê ku hin alî hene dixwazin Rêkeftina Dihokê têk bidin û tu pêwendiyên me bi van hilbijartinan nine."

Endamê Lêvegera Siyasî destnîşan kir ku derkirine çi biryarekê bêyî beşdarbûna Encumena Niştîmaniya Kurdî pransîpên hevpişkiya rasteqîne têk dide û dibe ku xerq be ji Rêkeftina Dihokê re . 

Tahir got ku ewê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser vê yekê agahdar bikin û divê bi zûtirîn dem biryara hilbijartinan  bê rawestandin.

TEV-DEMê li bajarê Qamişlo civînek lidar xist û di civînê de 31 endamên xwe ji bo şaredariya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hilbijartin.