Print this page
Efrîn...Rewşa xwendinê di nav astengiyan de mayî ye

Efrîn...Rewşa xwendinê di nav astengiyan de mayî ye

12:38:53 PM

RojasvaNew: Rewşa xwendinê li Herêma Efrînê ji aliyê PYDê ve ketiye  astengiyên giran û bi taybet li gundewarên devera Şêrewa (çiyayê Lêlûn),  ku piraniya xelkê herêma Efrênî dixwezin berê xwe bidin dibistan û zankoyên  bajarê Helebê bi cîbibin û xwendina zarokên xwe berdewambikin an jî li qutabxanên Nibul û Zehrayê  werin bi cîkirin, li îsal PYDê çûndin û hatina xwendevanan bo bajarên Nibul û Zehrayê  hatiye qedexekirin.

Li gor jêderekî ji gundê Aqûbê ser bi devera Şêrewa ve ji RojavaNews re ragihand û got:” PYDê çûndin û hatinên  salonan ji gundewarên devera Şêrewa û bi taybet gundê  Aqûbê bo Nibul û Zehrayê wek salên  berê, ku dixwezin zarokên xwe li dibistanên herdu bajaran bicîbikin û xwendinên xwe berdewambikin hat qedexekirin , û her salonek vê biryarê bişkîne wê sizeyên madî bidin”.

Herweha, rewşa xwendinê li herêma Efrînê pir xerabe ji ber xistina PYDê edyolociya xwe ya tek alî di nav perwerdeyê de, û metirsiyên xelkê li ser paşeroja zarokên xwe di bin rêveberiya perwerdeya PYDê de,  ku wan nerazîbûna xwe dan xuyakirin û dixwezin zarokên xwe  li dibistanên Helebê  û bi taybet li dibistanên taxa Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bi cîbibin.

Hêjayî gotinê ye, ji ber rêjeya xwendevanên  Herêma Efrînê  zêdetirbûne li Helebê û bi taybet li wan herdu taxên navborî, û jimarên xwedevanan di her polekê de bi qaserî 100î bi cîbûne  û ev jî dihêle asta xwendinê li wir jî kêmbibe û xwendevan astengiyan bibînin.

 

Qadî