Print this page
Efrîn...Avakirina  grûpekî  guman lê kirî û rêgirên nû

Efrîn...Avakirina grûpekî guman lê kirî û rêgirên nû

 11:51:23 AM

RojavaNews: Jêderên taybet ji gundê Aqûbê ser bi devera Şêrewa (çiyayê Lêlon) ve nûçeyek ragihand, derbarê avakirina grûpekî guman lê kirî ji rêgirên nû û nenasin, li ser riya Efrîn û Helebê bi riya rêbendên demdemê, ku li ser wê riyê sivîlan binçavdikin ji xurt û zilaman ta temenê  45 salî, û wan dibin baregehên xwe li gundê Aqûbê û fişarê didin ser wan ku bi zorê tevlî tabûra xwe bikin.   

Wî jêderî ji gundê Aqûbê ji RojavaNews re ragihand û tekezî kir û got:” Xelkê Sûriyê radizê bi êvarê û şiyardibê bi sibê li ser sazekî bi nûbûna grûpekî  guman lê kirî bi sibê ku hatibû ragihandin li ser riya wê gundî  ji berî du rojan ku habûna  rêbendên ne naskiri  bi kîjan alî ve girêdayî ne,  rêbendên xwe yên demkî  bi qaserî  saetekê an zêdetir datînin û radibin xelkê ji salonan  dîdinin ji xurt û zilaman ta temenê 45 salî û wan dibin baregehên xwe li gundê Aqûbê û fişarê didin ser wan ku bi darê zorê tevlî tabûra xwe  bikin”.  

Wî got: ” Ev girûpa  guman lê kirî nû dirust bûye, û dema leşkeriyî  du sal û nîvin, û her kes tevlî wan bibe, wê mûçeya  mehekî  bi qaserî  du sed Dolar wergire  tevlî rawestandina rojên bê kar, û  sîgorteyên tendurustî ji bo wan û malbatên wan re werin kirin, û wê mûçeya  mehan zêdebikin bi qaserî 800 Dolar ji wan kesên  ku bi wan re di tabûrê de emzebike”.

Hêjayî gotinê ye ku cihên van rêbendên demdemî  ne herdemin,  û li ser çat riyên Cilbirê – Bênê – Basilî- Aqûbê  Enabkê li Herêma Efrînê tên dîtin, û bi taybet bi sibê zû û bi êvarê piştî Ro diçe ava, di dema ku xelk diçin karên xwe û vedigerin malên xwe, û di wê demê de bi karên xwe yên revandinê ji wan kesên armanckirî ji xurt û zilaman radibin. 

Herweha  pêwîst e, ku welatî  nerin rêwîtiyê, ji bilî di haletên pir lezgîn de, wekî  nexweşiyê,  û divê xelk hişiyar be ji wan rêbendên guman lê kirî ta çarenivîsa wan xuyadibe û kî alîgirê wane, û divê xelk ji wan hişyar be ji bo nekevin bin lepên  wan.

Qadî