8:51:15 AM
RojavaNews: Li gorî rêkeftina bi Rûsya re, Hikûmeta Tirkiyê destêwerdana ji bo Parêzgeha Idlibê ya Sûriyê kir, û ji çend rojan ve operasyona artêşa wê berdewam e. Hikûmeta Tirkiyê dibêje mebesta me ji vê yekê parastina sînor e û şerê li dijî (DAIŞê) ye, ango li dijî milîsên Eniya el-Nusre ye, û di çend rojên wekî îro de şer û pevçûn di navbera Hêzên Tirkiyê û milîsên Eniya el-Nusre de nebûye, lê berevajî, ku Hêzên Tirkiyê bi aştiyane derbasî Idlibê bûn, bê ku şer biqewime û di perçe vîdyoyekê de hatibû belavlirin Hêzên Tirkiyê derbasî Idlibê bûn, û bi hevkariya milîsên el-Nusre yên terrorist berê xwe didan Çiyayê Berekat û Kelha Semaan a nêzîkî gundên Efrînê.
Di lêdwaneke rojnamevanî de berpirsekî Tirkiyê bi eşkere got: "Mebesta Tirkiyê ji vê operasyonê bajarê Efrînê ye ne Idlib e.
Cewad Gok Rawêjkarê Navenda Lêkolînên Stratejîk ya Rojhilata Navîn li ser kenaleke Fransî got: "Mebesta Tirkiyê di vê operasyonê de ne şerê milîsên el-Nusreyê bikin, lê belê mebest ji wê destêwerdana Efrînê ye, wek çawa Tirkiyê rê li ber gihandina Kobanê bi Efrînê re girt, û niha jî wê rê li ber Kurdan li Efrînê bigire da ku sînorê xwe negihînin Deryaya Sipî.
Gok ragihand:" li gor rêkeftina Tirkiyê û Pûtîn wê Tirkiyê Parêzgeha Idlibê radestî hêzên Rûsya yê bike û li hember wê yekê Tirkiye wê destêwerdana Efrînê bike."
Tirkiye dixwaze xwe ji hilweşandina Rêjîma Esed vekişîne, lê li beramber vê yekê bi mercê parastina serweriya Sûriyê, û derbarê giştpirsiya serxwebûna navborî got: "Metirsiya Tirkiyê ji dûbarekirina sînaryoya Kurdistanê li Rojava heye, lewma Tirkiyê rê li hember hêvî û omîdên Kurdan di gihandina Deryaya Sipî de girt."
Qadî