Rojava News: Hêzên Kurdî li bajarê Kobanê 7 gundên din li başûrê wî bajarî kontrol kirin, rêxitsineke mafên mirovan jî girtina rêya navdewletî ya Heleb-Hesekê piştrast kir.
Rizgarkirina gundên derdora bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê berdewame û Hêzên Kurdî 7 gundên nû li başûrê wî bajarî ji çekdarên DAIŞ`ê paqijkirin.
Di çarçoveya operasyona rizgarkirina gundên derdora bajarê Kobanê yê de, Îro Çarşemê 18.02.2015`an şervanên Kurd bi piştgiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîbûn gundên Belek, Kliha Hasin, Omerele, Xirik, Tebî Sîdan, Mexfer Qelie Hedia û Nûr Elî yên li başûrê wî bajarî ji çekdarên DAIŞ`ê paqijbikin.
Ji aliyek din ve, Rewangeha Sûrî ya mafên Mirovan ragihand jî ku, Yekîneyên Parastina Gel YPG bi piştgiriya Lîwaya Şoreşvanê Reqa û Lîwaya Eniya Kurdan û grûpên Roya Bakur, piştî şer û pevçûnên dijwar ligel çekdarên DAIŞ karîbûne rêya serekiya navbera Heleb- Hesekê ku bi Rodko navdare kontrol bikin.
Her li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeha wê li bajarê Londonê ye, belavkiriye ku, piştî şerekî giran di navbera şervanên Kurd û bi piştgiriya grûpên çekdarên navborî de karîbûna 7 gundên ser bi parêzgeha Reqayê kontirol bikin û wê çavkaniyê aşkere jî kir ku, di wan şer û pevçûnan de bêhtir 10 çekdarên DAIŞ`ê hatin kuştin û şervanekî Kurd jî şehîdbûye.