2:40:00 PM
RojavaNews: Milîsên Nibul û Zehrayê yên ser be rêjîma Sûriyê ve,ragihandin ku ji tevaya 115 kesan, roja Şemiyê wan 35 ji sivîlên Herêma Efrînê yên revandî. Hin zanyarî hene ku hejmara revandiyan nêzîkî 300 kesî ne, û yên din hê jî di zindanê de ne, tevî bangewaziyên dûbare bi serbest berdana wan.
Jêderekê ji bajarê Efrînê got: " Milîsên Nibul û Zehrayê berî 10 rojan, bêhtirî 300 sivîlên Kurd ji nişteciyên Herêma Efrînê girtibûn, ku dixwestin herin bajarê Helebê, û piraniya wan ji xwendevan, karmend û nexweşan bûn. Şeva Şemiyê 35 kes hatin serbestberdan, û yên din hê jî di zindanê de ne û di rewşên gelekî dijwar de derbas dibin."
Wê jêderê got: "Kesên ku li ser riya Heleb û Efrînê hatine binçavkirin, mebest ji wê ku sê kes ji Nibul û Zehrayê bi sûcê bazirganiya heşîş û nakotîkê, li Efrînê hatibûn girtin.”
Jêdera taybet ji bajarê Efrînê, ku kesekî ji Asayişê ye got:" Nêzîkî 300 kesî ji Efrînê, li cem milîsan binçavkirî ne, ku ew milîs dixwazin sê kesên girtî li ba Asayişê werin serbestberdan, li beramber wan 300 kesênli ba wan."
Qadî