Print this page
Li Ewropayê Nûnertiya ENKSê digel PDK bangewaziyek li revenda kurdistanî arasteyî tevahiya Ewropayê kir

Li Ewropayê Nûnertiya ENKSê digel PDK bangewaziyek li revenda kurdistanî arasteyî tevahiya Ewropayê kir

1:54:34 PM

RojavaNews :Yekşema, 16yê Cotmeha 2017an , Nûnertiya ENKSê digel PDK bangewaziyek ji bo revenda kurd arasteyî tevahiya Ewropayê kir, ji bo lidarxistina xwepêşandanên piştgiriya Başûrê Kuridstanê, li pêşiya balyozxane û konsulxaneyên Amerîkayê kir.

Naveroka bangewaziyê wisa ye:

Weku wefadariyekê ji xwîna şehîdan û qurbaniyên gelê Kurd re, em bang li revenda kurdî, li tevahiya Ewropayê dikin, ji bo lidarxistina xwepêşandanan li pêşiya balyozxane û konsulxaneyên Amerîkayê, li tevahiya Ewropyê, ji bo piştgiriya biryara dîrokî ya gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê,ku hatî standin bi encamdana giştpirsiyê û diyarkirina mafê çarenivîsa xwe ,û avakirina dewleta xwe ya serbixwe.

Ji ber guhertin û pêşhatên niha li kurdistanê dibin, nemaze yên piştî serkeftina proseya giştpirsiya dîrokî ya ji bo serxwebûnê hevdem digel guvaş û fişarên mezin û şerê propagandayên hikûmeta Iraqî digel dewletên herêmê yên dagîrker li dijî armancên gelê Kurd yên ji bo bidestxistina azadî û serxwebûna xwe.

Wek nûnertiya Encûmena Niştimanî ya kurdî  (ENKS) li Ewropa û digel Partiya Demokrat a Kurdistanê  (PDK), û wek erkekî netewî û piştgiriya gelê me li Başûrê Kurdistanê dibînin, lewra em gaziyê li revenda kurdî û partiyên siyasî yên Kurdistanê û rêxistin û komeleyên lawan û tevaya sazî û komîteyên komelgeha sivîl û rewşenbîr û medyakaran dikin ku xwepêşandanên girseyî li pêşiya balyozxane û qonsilxaneyên konsulxaneyên Amerîkayê li welatên ku lê dijîn lidar bixin, tevlî xwepêşandana li roja Duşemê 09.10.2017 ya li pêşiya avahiya parlamentoya Ewropa li Beljîka Brokselê demjimêr 11:00, hêvîdar in ji hemû dilsoz û xemxwerên doza xwe di heman rojê de li pêşiya wan balyozxane û konsulxaneyên Amerîkayê amade binbin digel hilgirtina Ala kurdistanê bi tenê.

Xalên xwepêşandanê li Almaniyayê:

1- Balyozxaneya Amerîka li Berlîn.

  1. Konsulxaneya Amerîkayê li Myûnşinê

3- qonsilxaneya Konsulxaneya Amerîka li Frankfurt

4- qonsilxaneya Konsulxaneya Amerîka li Düsseldorf.

5- qonsilxaneya Konsulxaneya Amerîka li Hamburg.

Herwiha li dewletên din xwepêşandan wê li pêşiya balyozxaneyên Amerîkayê li paytextên wan welatan bêne lidarxistin.

02.10.2017z

Nûnertiya ENKSê li Ewrupa Ewropayê

Partiya Demokrata Demokrat a Kurdistanê kurdistanê PDK

E.U