1:46:57 PM
RojavaNews :Endamê Encumena Pîran a Amrîkî ,Tîd Krûz, pêncşemê 19ê Cotmeha 2017an, piştevaniya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê ragihand,û daxwaz li welatê xwe kir ku lêvegerekê ji siyaseta xwe û alîkariyên ku têne pêşkêşkirin ji hikûmeta Îraqê re bikin.
Senatorê Komarî got ku: "Kurdên Herêma Kurdistanê eşkere dilxwaziya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê diyarkirin."
Krûz berdewam kir: "Divê dewletên demokratîk li cîhanê, piştevaniya daxwaza hikûmeta Kurdistanê bikin, ta ku bigihin çarenivîsa xwe."
Tîd Krûz nîşan bi wê yekê da ku " divê Amrîka lêvegerekê di siyaseta xwe de ji hikûmeta Iraqê re bike, eger Bexda guşara xwe li ser Kurdistanê nerawestîne . "