2:12:59 PM
RojavaNews: Roja Çarşemê, Hêzên Ewlekariyê yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk “PYD” êrîşî gundê Qurigolê yê ser bi devera Reco ve kirin û demjimêr 6ê sibê bi ser malên gundiyan de girtin û du ciwanên gund ji bo leşkeriya neçar binçav kirin.
Li gor jêderên ji gundê Qurigolê, hêzên ser bi PYDê ve bi armanca girtina 21 ciwanên gund ji bo tabûra pêncan hatibûn gund, lê ciwanên gund xwe ji ber wan dan alî û xwe radest nekirin.
Herweha, wî jêderî ragihand: “Roja Pêcşemê heman hêzê di demjimêr 6ê sibê de êrîşa xwe li ser wê gundî dubare kirin û du kes bi navên Ehmed Xelîl Bekir û Elî Qadir Mihemed binçav kirin.”
Qadî