Print this page
Grûpên îslamî gundine Efrînê topbaran dikin

Grûpên îslamî gundine Efrînê topbaran dikin

5:33:58 PM

RojavaNews: Girûpên Îslamî yên ser bi Tirkiyê ve, şeva bihurî êrîşa xwe li hin gund û rêbendên di bin kontrola çekdarên YPGê û girûpên ser bi wê ve  li Herêma Efrînê dûbare kirin.

Jêderekê ji bajarê Efrînê Ji RojavaNews re ragihand: "Çekdarên  grûpên îslamî yên ser bi Tirkiyê  ve bi çekên giran gundên (Bafelûnê, Merenazê û Vêlat el-Qadî) ser bi devera Şeran ve topbaran kirin."

Heman jêderê got: "Gundê Dêrbelûtê yê ser bi devera Cindirêsê ve bi çekên giran hatiye armanckirin, û çekdarên  YPGê bersiva  wan dabûn, û ti zanyarî li ser ziyanan di nav herdu aliyan de nehatbû xuyakirin."  

 Qadî