Print this page
Çekdarên PYD li bajarê Efrînê 4 ciwan revandin

Çekdarên PYD li bajarê Efrînê 4 ciwan revandin

6:42:09 PM

RojavaNews: Hêzên Ewlekariyê yên ser bi Partiya Yekîtiya  Demokrat PYD hîn jî di kampeyna revandina ciwanan berdewam e, û îro bi sibê 4 ciwan ji hundirê Tîma Ciwanlaşiyê li bajarê Efrînê revandin, ku dixwazin wan di tabûrê de bi cî bikin.

Jêderekê ji bajarê  Efrînê ji RojavaNewes re ragihand: "Çekdarên ser bi PYDê ve rêbendan li ser çat riyên sereke li hemû deverên Herêma Efrînê datînin, ji bo wan birevînin û bibin leşkeriya neçar û bi taybet li gundên ser bi devera Şerewa ve û bajarê Efrînê ku îro 4 ciwan ji hundirê Tîma Ciwanlaşiyê li bajarê Efrînê revandin, ku dixazin wan di tabûrê de bi cê bikin, û kesên vê yekê redikin, wan dibine zîndanê."   

Wê jêderê got: "Ti roj derbas nabe bê dorpêç û erîşkirin li ser gundan û dirutskirina rêbendan li ser çat riyên sereke, ku ta vê demê ciwanan bi darê zorê tevlî tabûra leşkerî  dikin, an jî ciwanên herêmê dibin eniyên şer."

Qadî