10/28/2017
RojavaNews: Hêzên Ewlekariyê yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ve rê nadin welatiyên Rojavayê Kurdistanê beşdarî pêşwaziyê li termên şehîdên Pêşmerge bikin.
Jêderekê ji gundê Girê Reş ji RojavaNews re ragihand: " Hêzên Ewlekariyê yên ser bi PYDê ve rê nadin welatiyên Rojavayê Kurdistanê beşdarî pêşwaziyê li termên du şehîdan bi navê Aldar Hewas Eyno û Rodî Mihemed Salih Omo bikin, ku duh di encama şerê navbera Heşda Şeibî û hêzên pêşmerge de şehîd bûn. Îro jî termên wan her du şehîdên pêşmergeyên bi riya deriyê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.
Li gor heman jêderê bi sedan welatiyên Cizîrê bi çûk û mezinan pêşwaziya wan her du şehîdan kirin, û biryar e termê şehîdê Pêşmerge Rodî Mihemed Salih Omo li Dirbasiyê û termê şehîdê Pêşmerge Aldar Hewas Eyno li Amûdê bi xakê bên e spartin.
Qadî