11:33:46 AM
RojavaNews: Roja Sêşemê di 24-10-2017an de Asayişa ser bi PYDê êrîşî ser mala Ehmed Xoce Horîk kir û ji ber sedema ala rengîn ya Kurdistanê li ser xaniyê xwe bilind wan ew kiribû binçav kir.
Jêderekê ji navçeya Şera ya Efrînê ji RojavaNews re ragihand: "Asayişa ser bi PYDê li gundê Alciya yê ser bi Şera kir û girte ser mala Ehmed Xoce Horîk û ji ber ku wî li ser xaniyê xwe ala rengîn ya Kurdistanê hildabû, ew binçav kir, û ta vê demê ew li ba Asayişa devera Şera binçavkiri ye."
Heman jêderê got: "Binçavkirina vî welatiyî dubare dibe, ku ji berî demeke nedirêj Asayişa ser bi PYDê êrîşî ser mala heman welatiyî kir bi haman sedemê ew binçav kiribû.”
Tê zanîn, Asayişa PYDê hildana alên Kurdistanê li Herêma Efrînê di hemû bûyrên netewî de û bi taybet li ser xanî û malan bi tundî qedexe dike.
Qadî