Print this page
Vidyo .. Mensûr Barzanî bihîdariya malbatên şehîdan kir

Vidyo .. Mensûr Barzanî bihîdariya malbatên şehîdan kir

 12:14:02 AM

RojavaNews: Îro, Şemiyê 28ê Cotmeha 2017ê, Mensûr  Barzanî  bihîdariya malbatên şehîdan li Kampa Domîzê kir.

Fermandeyê  Hêza (1) û Gulan ya hêzên Pêşmerge Mensûr Barzanî li hola bihîdariya şehîdên Pêşmerge li Kampa Domîzê selametî ji birîndarên Pêşmerge re xwest û sersaxî ji Malbatên Şehîdan re xwest û di gotina xwe de got:" Ez bejna xwe ji malbatên şehîdên serfiraz re ditewînim  û ji xwedayê dilovan dixwazim cihê wan behişta jorîn be. Barzanî serbar kir û got: "Ev şehîdên ku niha em li bihîdariya wan rûniştine hemû birayên minin (min in), çi ciyawazî di nevbera me de nîne, ew birastî qehereman û mêrxas bûn. "  

Barzanî da zanîn ku her ev qehreman bûn rê li milîsên Şîeyan (Heşda Şeibî) û Pasdarên Îranî girtin û nehiştin ew axa Kurdistanê dagîr bikin. Herwisa fermandeyê hêzên Pêşmerge diyar kir ku ev şer weke şerekî ku dinavbera di navbera 2 welatan de bû, dibe ku hûn xeyal nekin çawabû, lê toparanek zor li ser sengera Pêşmerge bû. Lê van Pêşmergeyan bi mêrxasî û comerdî canê xwe fîdayî axa Kudistanê kirin.

Fermandeyê  Hêza (1) û Gulan ya hêzên Pêşmerge Mensûr  Barzanî di dawiya axaftina xwe de dûbare sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û hêviya selametiyê ji bo birîndaran xwest û spasiya Pêşmergeyên Kurdistanê li sengerê şer kir.

Axaftina Mensûr Barzanî di bihîdariya (Leşkerên Roj)   de, li Kampa  Domîzê ye:

https://www.facebook.com/DomizCampNews/videos/1127091247421897/