RojavaNews: Roja Pêncşembê bi hezaran ji xelkê devera Aliyan li Kurdistana Sûriyê Pêşwaziya cenazeyê şehîd Cemal Mistefa Mihemed kirin ,û li gundê Sêgirka Dirho yê bi ser bajarokê Çil Axa bi xakê hate sipartin.
Welatiyên Kurdistana Sûriyê pêşwaziya termên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê, bi moral û coşên bilind kirin.
Di merasîmên pêşwaziyê de gotina Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya û gotina Encûmena Xwecehî ya ENKSê li Çil Axa ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî hatin pêşkêşkirin.