Print this page
Malbatên zindaniyên siyasî gazindê ji serederiya rêveberiya zindana PYDê dike

Malbatên zindaniyên siyasî gazindê ji serederiya rêveberiya zindana PYDê dike

8:15:02 PM

RojavaNews: Roja Înê 20.10.2017, malbata serkirdeyê Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriya (PDK_S)ê, Salih Cemîl Omer, malbatên herdû endamên komîteya herêmî (Mihemed Seidî, Cinêd Seyid Mecîd) û endamê encumena liqê (Şiyar….) yên heman partiyê serdana wan di zindana Elaya de li bajarê Qamişlo kirin.

Piştî 2 meh û 3 rojan çekdarên Partiya PYDê rê da malbatên girtiyên siyasî ku serdana wan bikin, lê li jêr çavdêriyeke kûr ji aliyê rêveberiya zindanê ve.

Diyar kurê biçûk yê serkirdeyê PDK_Sê, Salih Cemîl Omer, ji RojavaNews re got:" Dema ku ez derbasî deriyê zindanê bûm, em bi awayekî kûr hatin pişkinandin û min bavê xwe bi rêya penceyeke cam dît û bi rêya telephonê 20 xolekê ligel wî axivîm, evê yekê ez dilgirankirim û morala min daxist, çima wisa ligel bavê min seredêriyê dikin? Bavê min zindaniyekî siyasî bê tawan e ne terorîst e û çi tawan nekirine ."

Hevjîna kadiroyê PDK_Sê, Mihemed Seidî wiha ji bo RojavaNews da zanîn:" Dema em derbas bûn heman serderî bi me re jî kirin, hevjînê min rewşa wî ya tendirustî baş bû, lê ew gelekî bêzar û nîgeran bûn ji ber ku ew tiştekî ji derveyî zindanê nabînin û nabihîsin, çimkî kenalên ragihandina Kurdî ji bo wan hatibûn qedexekirin, bi taybetî Rûdaw û Zagros Tv Bernameya ARKê)." 

Herwiha malbatên zindaniyê siyasî (Cinêd Seyid, Şiyar) û malbata nûçegihanê ARKê Berzan Hisên tekezî li ser vê serderiyê ji aliyê reveberiya (rêveberiya) zindana PYDê ve kirin û eşkere kirin ku rêveberiyê temaşekirina herdû kenalên ragihandina Kurdî li ser zindaniyan qedexe kiriye.