5:45:11 PM
RojavaNews: Grûpên islamî yên ser bi Tirkiyê ve, duh Sêşemê bi topên giran êrîşa xwe li hin gund û rêbendên li bin kontrola çekdarên YPGê û grûpên ser bi wê ve li Herêma Efrînê dûbare kirin.
Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand: "Çekdarên grûpên islamî yên ser bi Tirkiyê ve bi çekên giran devera Şera û gundê Merenzê yê ser bi Herêma Efrînê ve topbaran kirin."
Heman jêderê got: " Girê Bextyar û Girê Batmanê yên ser bi devera Cindirêsê û gundê Eyn Deqnê yê ser bi Şehbayê li bakurê Helebê bi çekên giran hatiye armanckirin, û çekdarên YPGê bersiva wan dabûn, û ti zanyarî li ser ziyanan di nav herdu aliyan de nehatibû xuyakirin."
Ne cara yekê ye gundên Herêma Efrînê ji aliyê grûpên islamî ve rastî topbaranan tên û bi taybetî yên nêzîkî sînor, û welatiyên wan deveran nerazîbûna xwe diyar dikin û bang li hemû aliyan dikin ku êrîş û armanckirina sivîlan werin rawestandin.
Qadî