4:28:20 AM
Çarşemê 1ê Berçileya 2017an , di daxuyaniyeke hevbeş de, hejmarek ji endamên Kongrêsa Amerîkayê gotin: ”Em êrîşên vê dawiyê ji aliyê artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ve li ser Herêma Kurdistanê hate kirin şermezar dikin û qebûl nakin, û piştgiriya xwe ji Kurdistanê re ragihandin.
Berpirsê berê yê parastina Amerîkî de Maykil Prîcent got:”Piştî 16 dejimêran li ser gotara Trump ya tund li dijî Supaya Pasdarên Îranê ȗ hêzên alêgirên Qasim Suleymanî ȗ Feyleqa Quds, hêzên Supaya Pasdaran yên Îranê bi serokatiya Suleymanî êrîşek li ser hevalbendên me kir. “
Brîcênt berdewam kir:”Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî nikarîbû zêdegaviyên milîsên Heşda Şeibî ȗ hêzên Ewlehiyê bike, ji ber ku dema Ebadî ji wan xwest ku bi hin kiryaran nerabin, Hadî El-Amirî yê ku hûn tev wî nas dikin, bersiv daye ȗ gotiye ku ewê bi ya Suleymanî bike ȗ bi ya Ebadî nake. “
Kongrêsmanê Amerîkî Maykil Prejent ragihand: “Qasim Sulêymanî piştî dorpêçên me yên bo ser wan, dest bi êrişa bo ser hevpeymanên me yên Kurd kir.
Pregent tekez kir, ku pêwîst e Waşington niha piştgiriya hevpeymanên xwe yên Kurd bike.
di heman pêvajoyê de ,rawêjkarê berê yê serokê Amerîkayê Donald Trump,Sebistiyan Gorka,di kongreyeke rojnamevanî de ,ku bi endamên Kongrêsa Amerîkayê re pêk anîbȗ got:”Îran asayişa Sȗriya,Iraq ȗ Yemenê linavhev xistiye. “
.