5:42:26 AM
RojavaNews : Çarşemê 31ê Cotmeha 2017an, kesayetê welatparêz û zanayê Olî yê Kurd, Ebdulrezaq Cengo Ii Hewlêrê koça dawî kir.
Bi koça dawî ya Zanayê Kurd ê navdar Mamoste Ebdulrezaq Cengo, Kurdistana Sûriyê û bi teybet Qamişlo, bi civak û tevgera xwe ya kurdî ve, kesayetekî buha ji dest da.
Ebdulrezaq Cengo li Qamişlo sala 1948an jidayik bûye, derçûyê Zankoya Şama peytexta Sûriyê ye beşê şerîea Islamî), li gelek dibistanên Qamişlo Mamostetiya madeya ola Islamî daye, û çend salan li Îmarata Erebî ya Hevgirtî jî mamosteyê heman madeyê bû, piştre vegeriya abû Qamişlo ,û ji ber temenê wî yê mezin ji kar hate rawestandin.
Mamoste Ebdulrezaq 10 salan melayê Mizgefta taxa Cirnikê bû.
Yekemîn Kes bû ku karesata Helebceyê di Mizgeftên Qamişlo de şermezar kir û bandora mezin ya vê helwêstê hîn ji bîra xelkê neçûye.
Sala 1981ê li ser destê rêjîma Sûriyê hate girtin, bi tawana ku hevalê Ixwan El-Muslimîne, lê piştre diyar bû ku ew tomet ne rast e lewra serbest hate berdan.
Di demekê de, endamekî Partiya Pêşverû bû, lê di sala 1977an de , xwe jê dûr xist
Her weha endamê kongireyê Yekemîn yê Encumena Niştimanî Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê bû.
Li ser destê hêzên ewlehiya rêjîma Sûriyê li Bajarê Helebê careke din hate girtin.
Dost û hevalekî nêzîk bû ji herdû helbestvan û zimanasên Kurd yên navdar Cegerxwîn û Mele Ehmedê Palo,û di nav hemî pêkhateyên Qamişlo de cihê hezkirin û rêzgirtinê bû.