Print this page
Hêzên PYDê kongreya ENKSê asteng kir!

Hêzên PYDê kongreya ENKSê asteng kir!

6:39:52 PM

RojavaNews: Biryar bû îro kongreya ENKSê li Qamişlo were birêvebirin, lê  ji ber astengî û êrîşên hêzên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ku cihê kongreyê kiribûn armanc, ev kongre nehate lidarxistin.

Di derbarê kongreya ENKSê de çavkaniyekê ji Qamişlo hin agahî dan RojavaNews, û li gor wan zanyariyan; grûpên ser bi PYDê derdora cihê kongreyê dorpeç kirine û bi diruşmên dijî ENKSê û dîsa bi kiryarên tundî nehiştin endamê kongreyê derbasî nava hola Kongresê kongreyê bibin.

Hate zanîn ku kesên nêzîkî PYDê û grûpa gêncên PYDê li ber cihê kongreyê astengî û aloziyeke mezin derxistine da endamên kongreyê nikaribin derbasî cihê civînê li nava holê bibin.

Li gorî zanyariyên heman çavkaniyê li cihekî nêzîkî hola kongreya ENKSê jî dengê teqandina bombeyekê jî hatiye bihîstin.

Herweha ji ber wan tundûtûjî û aloziyên ku  rû dane endamên kongreya ENKSê jî ji bo şermezariya wan rewş û kiryarên PYDê berê xwe dane dezgeha Netewayên Yekgirtî Hevgirtî û li wê derê ketin mangirtinê, lê dîsa jî hêzên ser bi PYD rê li ber wan girtin.

Şanaz