Print this page
Li  Amûdê endamê PDKSê hate revandin!

Li Amûdê endamê PDKSê hate revandin!

 

7:22:23 AM

RojavaNews: Li Rojavayê Kurdistanê 2017-11-03 roja înê çend kadroyên Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDKSê li bajarê Amûdê ji aliyê çekdarên PYDê ve bi şêweyekî nerewa hatin revandin.

Rêzan  Ehmed endamê Komîteya Xwecihî ya PDKSê li devera Amûdê ji aliyê hêzên asayîşa PYDê ve bi rêyên nerewa hate revandin û ta niha jî di derbarê çarenivîsa wî de agahî nayên zanîn.

Li gorî hin agahiyên ji çavkaniyên deverê hatine wergirtin; tîmên çekdarên PYDê êrîşî ser mala  Rêzan Ehmed kirin û ew  birin ber bi cihekî ne nediyar ve.

28-10-2017an jî Elî Ebdê Ismaîl endamê Encûmena Xwecihî ya PDKSê li Dêrikê dîsa bi heman şêweyî ji aliyê asayişa  ser bi PYDê ve ji mala xwe hate revandin û ta niha jî çarenivîsa wî ne nediyar e.

Li Rojavayê Kurdistanê  gelek kesên siyasetmedar û kadroyên PDKSê mîna Serkirde Abdurrahman Apo, Cemîl Mihemed  û parezêr Îdrîs Elo û gelek kesên din ji aliyê heman rêxistinê ve bi reyên rêyên nerewa) hatine desteserkirin.

Şanaz