9:46:56 AM
RojavaNews:Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriya PDK_Sê fişarên PYD ê ji bo paşxistina kongreya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê red kir.
Çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê, sekreterê PDK_S, Siûd Mela û berpirsê rêveber yê Polîtbîroya PDK_Sê Mihemed Ismail roja Duşemê 6.11.2017 an vexwende şaxê xwe yê ewlehî li Bajarê Qamişlo, û daxwaz ji wan kir, ku kongreya ENKSê were paşxistin.
Serkirdayetiya PDK_Sê duh Sêşemê daxwaza PYD ê red kir,û serkirdayetiya ENKSê vexwendin ji bo lidarxistina kongreyê , çekdarên PYD ê êrîşî hola kongre yê kirin, û lidarxistina kongreya ENKS ê qedexe kir.