Print this page
Hêzên hikûmeta Tirkiyê welatiyên sivîl dike armanca teqînan û rê nade wan ku zeytûnên xwe biçinin.

Hêzên hikûmeta Tirkiyê welatiyên sivîl dike armanca teqînan û rê nade wan ku zeytûnên xwe biçinin.

 

 4:11:53 PM

RojavaNews:Çavkaniyekê ji Herêma Efrînê ragihand ku hêzên artêşa tirkî li ser sînor welatiyan dike armanc û rê nade wan ku zeytûnên xwe biçinin.

 

Bi gotina çavkaniya ji nahiyeya Şera li Efrînê, welatiyên ku zeviyên wan li ser sînor bin, nikarin zeytûnên darên xwe biçinin. Ew jî bi sedema ku leşkerên artêşa tirkî guleyan berdidine wan. Êdî ew neçar in berhemên mûsimê xwe bihêlin. Vê yekê jî bandoreke nerênî li ser wan kiriye, ku wan ziyanên abûrî û darayî dîtine.

Duh jî leşkerên artêşa Tiriyê 150 dar ji zeviyên gundê Balya yê ser bi nahiyeya Raco  hilkiribûn.