4:16:38 PM
RojavaNews: Peymanêrê Zagros TV Berzan Husên, piştî 6 mehan ji girtinê, îro ji girtîgehên Rêveberiya Xweser serbest hate berdan.
Jêderekê ji bajarê Qamişlo ji RojavaNews re ragihand, rojnamevan Berzan Husên roja 13ê Gulanê 2017an ji alî Asayişa Rimêlan ve li Rojavayê Kurdistanê hatibû desteserkirin. Îro li bajarê Qamişlo serbest hate berdan.
Di dawiya meha Hezîranê de jî, Komîta Parastina Rojnamevanan (CBJ) dilgiraniya xwe li hember girtina Berzan aniye ziman û daxwaz ji desthilatdarên Rojavayê Kurdistanê û PYDê kir, ku yekser ew bê azadkirin.
Qadî