Print this page
450 roj  li ser zindankirina rojnamevan Alan Selîm Ehemed derbas dibin

450 roj li ser zindankirina rojnamevan Alan Selîm Ehemed derbas dibin

12:05:32 AM

RojavaNews:450 roj  li ser zindankirina rojnamevan Alan Selîm Ehemed derbas dibin û tevî bidawîbûna sizaya wî  roja 16ê Tebaxa îsal,  PYDê  Alan  ji zindanên xwe serbest berneda....

Di vê derbarê de endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Fadî Mer'î ji malpera Yekîtî Mîdiya re ragihand ku armanca PYDê ji berdewambûna zindankirina rojnamevan Alan ew e lawazkirina tevgera kurdî û qedexekirina karê rojnamevanan di veguhestina rastiyê de ji bo raya giştî.

Alan Selîm Ehemed peyamnêrê malpera Yekîtî Mîdiya ye û gunehê wî tenê ewe romalkirina  merasîmên pêşwaziya cenazeya şehîdê pêşmerge Hebîb Qedrî Mihemed bû, ku di şerê li dijî rêxistina DAIŞê de canê xwe di ber Kurdistanê de kire  qurbanî ...

Alan,  15ê Tebaxa 2016an   ligel herdu serkirdeyên partiya Yekîtî ya  Kurd li Sûriyê Hesen Salih û Ebdelaall Gedo û Ferhan Hesen endamê heman partiyê li Qamişlo hatin girtin, piştre PYDê ew birin navenda xwe li taxa Kornîş li bajarê Qamişlo, lê  piştî serbestber dana serkirde Ferhan Hesen, navbûrî ji malpera Yekîtî Mîdiya re tekez kiribû  ku Alan tenê yek demjimêrê li ligel wan, di wê zindnanê de ma piştre PYDê ew veguhaste ji bo cihekî nediyar.

Taybetmediyek e Alan hebû, ji ber ku ew biçûktirîn kes bû di nava girtiyan de,  herwiha cihê hemû girtiyên ku di 15 û 16ê Tebaxê de hatin girtin ji aliyê PYDê ve hate diyarkirin, ji bilî cihê Alan. Her ku malbata wî serdana  navendên  PYDê jî dikir, ji bo cihê Alan nas bike, PYDê mikur nedihat ku Alan di  zinandên wê de ye.

24ê  Cotmeha  ,2016an, wate piştî du meh û neh rojan ji girtina Alan malbata wî cihê wî nas kir. Ew jî piştî ku hin girtiyan Alan dîtin. Dîtina wan ji Alan re, dema veguhastina wî bû, ji bo dadgeheke PYDê, li devera Nafkurê li rojavayê Qamişlo. Piştre PYD ew veguhaste ji bo zindana Elaya ya li heman bajarî . Piştî du heftiyan ji bo cara yekem PYDê rê da malbata Alan ku seredana kurê xwe bike.

Malbata Alan piştî wê seredanê hin zanyarî li ser cihê pêştir ê Alan dane  ragihandinê ku çekdarên PYDê destpêkê Alan biribûn zindana Çirkînê û 63ê rojan ew di zind a naneke tekane de mabû û çavên wî bi yekcarî ronî nedidîtin

Piştî nêzîkî şeş mehan ji wê kampeyna 15 û 16ê Tebaxê ya ku di encamê de çekdarên PYDê bi dehan ji serkirde û endam û alîgirên ENKSê û partiyên wê girtin, girtî hemû serbest hatin berdan ji bilî Alanê rojnamevan. Rêveberiya zindana PYDê ya nerewa ji bavê Alan re got ku Alan bi salekê hatiye cezkirin, ji ber ku bê molet kar dike, herwisa  tometên nerast arasteyî Alan kirbûn.

Piştî bidawîbûna cezaya Alan agahî gihiştin ARKê ku PYDê ji Alan xewstiye ku li ser qaxezeke poşmaniyê îmze bike, lê Alan ew yek red kir ji ber vê yekê PYDê Alan azad nekir û ta niha ku 450 rojî li ser zindanikirina wî derbas dibin hêj çarenivîsa wî ne diyar e.

 

Alan Selîm Ehmed ji dayikbuyê Qamişlo sala 1994an e   , peymangeha petrolê li Rimêlan bidawî aniye û xewndekarê beşê Mafnasiyê sala yekê ye u peyamnêrê malpera Yekîtî Mîdiya li  bajarê Qamişlo ye.