2:39:52 PM
RojavaNews:Tora medyaya civakî ya çalakvanên Efrînê nûçeya kuştina ciwanê kurd ê ji Efrîn berlv kir.
Vê çavkaniyê nîşan bi kuştina Reşîd Bilal Mihemed da, ku ew 2 mehan li zindanên hikûmeta sûrî kete ber îşkenceyeke tund û di encamê de jiyana xwe jidest da.
Rûpelên çalakvanên Herêma Efrînê, li Rojavayê Kurdistanê, behsa wê yekê dikin ku ciwanê kurd Reşîd Bilal Mihemed piştî 2 mehan ji zindanîkirin û îşkencekirinê li ser destê hikûmeta sûrî, jiyana xwe jidest da.
Çalakvanên ji Efrîna ragihandin ku dema Reşîd, berî 2 mehan, dixwest here Lubnanê, li rêbendên hikûmeta sûrî hate girtin.
Bi gotina van çavkaniyan, Reşîd Bilal Mihermed ji gundê Cencelî yê ser bi nahiyeya Raco ye, li Herêma Efrînê. Ew xwedî hevjîn bû û roja Pêncşemê jî termê wî li gundê wî hate veşartin.