Print this page
Çekdarên PYDê êrîşî ser gundekî Efrînê kir û kesek revand

Çekdarên PYDê êrîşî ser gundekî Efrînê kir û kesek revand

1:29:37 PM

RojavaNews: Roja Îna bûrî, hêzên ewlekariyê yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê êrîşî gundê Kosan ê ser bi devera Reco kirin, û wan kesekî temenmezin revande bo tabûra pêncem.

Li gorî jêderên ji gundê Meydana , hêzên ser bi PYDê, bi armanca girtina  ciwanan ji bo tabûra pêncem û leşkeriya neçar hatibûn gundê Kosan, û êrîşî mala welatiyekî bi navê Welat Mislim Bekir kir û wan ew bi zorê bir.

Welat Bekir sala 1988an jidayîk bûye, û bi hevjîn e û du zarokên wî hene û li gundê Kosan dijîn, lê çekdarên leşkerî yên ser bi PYDê, ji bo tabûra pêncem êrîşî mala wî kirin û wan ew bi şev revand û heta îro ti zanyarî li ser çarenivîsa wî nediyar e.

Ti roj derbasnabe bê dorpêçkirin û erîşkirinê li ser gundan û dirutskirina rêbendan li ser çatriyan, ku heta vê demê PYDê gelek ji xortan bi darê zorê tevlî tabûra leşkerî dikin, û ji ber vê yekê, rêveberiya xweser bi kampeyna revandinên ciwanan radibe, ji bo ku wan bibe eniyên şer yan jî wan tevlî tabûra pêncem bike.

 

Qadî