8:34:50 PM
RojavaNews:Li bajarê Reqayê welatiyekî kurd di encama teqîna mayinekê de jiyana xwe jidest da.
Çavkaniyekê ji nav bajarê Reqayê ragihand ku welatiyekî kurd bi navê Mistefa Hac Osman dema hatina DAIŞê ji vî bajarî derketibû, lê piştî çûna DAIŞê ew vegeriya mala xwe.
Mistefa Hac Osman, di encama teqîna mayinekê de, ku DAIŞê li nav mala wî danîbû, jiyana xwe jidest da.
Heman çavkaniyê nîşan ib wê yekê da ku DAIŞê mala vî welatiyê kurd idkeve taxa Rimêle li Kolana Saqiye, li bajarê Reqayê. Temenê wî jî 57 sal bû.
Mistefa Hac Osman bavê 10 zarokan bû. Di dema hatina DAIŞê de çûbû Kobaniyê, lê piştî vegeriya, li nav malê mayin pê de teqiya.