12:23:43 PM
RojavaNews: Grûpên islamî yên ser bi Tirkiyê ve, duh Duşemê bi topên giran êrîşa xwe li hin gund û rêbendên li bin kontrola çekdarên YPGê û grûpên ser bi wê ve li Herêma Efrînê dûbare kir.
Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand: "Çekdarên grûpên islamî yên ser bi Tirkiyê ve bi çekên giran gundê Qestel Cindo yê ser bi devera Şera li Herêma Efrînê topbaran dûbare kirin."
Heman jêderê got: "Girê Banî yê ser bi devera Cindirêsê bi çekên giran dûbare hatiye armanckirin, û çekdarên YPGê bersiva wan dabûn, û ti zanyarî li ser ziyanan di nav herdu aliyan de nehatibû xuyakirin.”
Ne cara yekê ye gundên Herêma Efrînê ji aliyê grûpên islamî ve rastî topbaranan tên û bi taybetî yên nêzîkî sînor, û welatiyên wan deveran nerazîbûna xwe diyar dikin û bang li hemû aliyan dikin ku êrîş û armanckirina sivîlan werin rawestandin.
Herwha, bi sedema topbaranê, nişteciyên wan deveran metirsî û nerazîbûnên xwe dabûn xûyakirin, ku divê herdu aliyên şer topbaranên xwe rawestînin da ku xwediyên darên zeytûnan karibin darên xwe bi aramî biçinin.
Qadî