10:56:58 AM
RojavaNews:Li rojavayê Kurdistanê, lêbûrîneke giştî, ji aliyê fermandariya leşkerî ya ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, derbarê kesên ji leşkeriya neçar reviyane hatiye ragihandin
Fermandariya Giştî ya leşkeriya neçar a bi navê (Erkê Berevaniya Xweser) li hersê herêmên Rojavayê Kurdistanê (Cizîr, Kobanî û Efrînê) ku bi kanton hatine binavkirin, daxuyaniyek derbarê lêbûrîneke giştî ragihand.
Li gorî vê daxuyaniyê Fermandariya Giştî ya leşkeriya neşar, lêbûrîna giştî hemû wan kesan li xwe digire, ku ji (Erkê Berevaniya Xweser), weke ku ew wê binav dike, reviyane.
Di vê daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku çi kesê, di dema mehekê de ji ragihandina vê lêbûrînê, li Fermandariya Giştî vegere, wê sûdê ji vê lêbûrînê werbigire.
Bi gotina hinek çavdêr û şirovekaran jî, ev lêbûrîn, di demekê de hatiye, ku bi hezaran xelk bi sedema leşkeriya neçar ji Rojavayê Kurdistanê koçber bûne, ji ber ku baweriya wan bi vê leşkeriyê nayê.
Biryara lêbûrînê ji roja 15ê Mijdara 2017an derketiye û heta mehekê dirêj dike.