Rojava News: Li hemû cihanê û bi teybet Li Bakûrê Kurdistanê bertekên li dijî kuştina keça kurd Ozgecan Arslan didomin.
Li gel jina, li gelek welatê cihanê zilam jî xwe amade dikin da beşdarî “Meşa mezin ya Özgecan”ê li Teksîm-Stanbol bibin.
Lê belê ji bo ku tundiya li himber jinê û destdirêjiya zayendî jî şermezar bikin, Zilaman kempenya “serkabê kurt li xwekin” dane destpêkirin.
Tê çaverêkirin; roja 21ê sibatê zilam bi serkabê kurt li meydana Teksîmê tevlî xwepêşindanê bibin.
Ozgecan ku li roja 13.02.2015an li Mêrsînê swarî Minibusê bûye di rê de Şofêrê Minibusê tevî kurê xwe ew girtine û bi xwere birine ciyeke ne diyar, piştî ku destdirêjî li ser kiribûn û ew şewitandibûn.