5:03:00 PM
RojavaNews: Li gundekî Efrînê bombeyeke çandî di nava zeviyeke zeytûnan de teqiya, di encamê de 3 welatiyên Efrînê canê xwe jidest dan û 2 kese jî birêndar bûn .
Jêderekê taybet ji gundê Celemê ji RoavaNews re ragihand: ”Dema gundiyên Celemê li nava zeviyên xwe zeytûn berhev dikirin, bombeya çandî teqiya, jinek bi navê Leman Kalxo ya 45 salî ligel herdu kurên xwe Qadir Seydo 23 salî û Cuma Seydo 17 salî canên xwe jidest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.”
Gundê Celemê ku hevsînorê gundên parêzgeha Idlibê ye û di destê Eniya El-Nusrayê de bû, li gor welatiyên navçeya Cindirêsê dibêjin, eger heye wê grûpê bombe li nava zeviyên gundiyan çandibe.
Ne cara yekê ye gundên Herêma Efrînê ji aliyê grûpên islamî ve rastî êrîş û topbaranan tên û bi taybetî yên li nêzîkî sînor, û ev bûyera navbûrî yek ji kiryarên van grûpane e ku dibe cihê metirsiyê, û welatiyên wan deveran nerazîbûna xwe diyar dikin û bang li hemû aliyan dikin ku armanckirina sivîlan were rawestandin.
Qadî