Print this page

Hemê: PYD bi kiryarên xwe xerqa karê Lêvega Siyasî dike

RojavaNews : Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê û endamê Lêvegera Siyasî Ismaîl Hemê  derbarê  ragihandina hilbijartinên Encumena Şaredariyan ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqratîk ve got " PYD bi kiryarên xwe yên yekalî xerqa karê Lêvega Siyasî dike."

 Hemê ji "Rojava News" re ragihand ku berdewamiya kiryarên yekalî yên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD xerq e ji karê Lêvegera Siyasî re  û tenê ji bo têkbirina naveroka Rêkeftina Dihokê ye.

Endamê Lêvegera Siyasî da zanîn ku pêkanîna hilbijartinan tenê dikeve xizmeta berjewendiyên partîtî û nakeve xizmeta yekrêziya mala Kurdî û hevpişkiya rasteqîne.

Di dawiyê de Hemê got:" Di civîna yekemîn de ji civînên Lêvegerê me ev yek ligel qanûna leşkeriya neçar û girtina siyasetmedaran behs kir û me daxwaza rawestandina van kiryaran jî kir "