Print this page
Gaziyek ji bo xwepêşandanê li pêşiya avahiya danustandinên Cenêvê

Gaziyek ji bo xwepêşandanê li pêşiya avahiya danustandinên Cenêvê

 12:44:20 PM

RojavaNews:Nûneratiya ENKSê li Ewropayê bangewaziyek belav kir tê de hatiye:"Em wek Nûneratiya Ewropa ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKSê) bangewaziyê didin revenda kurdî, partiyên kurdî û kurdistanî û rêxistinên civaka sivîl li Ewropayê ji bo beşdariyê di xwepêşndanê de bikin ku wê li pêşiya avahiya danustandinên Cenêvê, roja 29.11.2017an, demjimêr 12:00yê nîvroj bê lidarxistin. Ew jî ji bo gihandina daxwazên gelê kurd bo aliyên çavdêrên danustandinên Cenêvê ji bo çespandina mafên gelê kurd û mafên pêkhateyên din di destûra nû ya dewleta Sûriyê de.

(Têbînî: Xwepêşandan tê paşxistin bo heman dema danûstandinên Cenêvê bêne paşxistin.")

(Nûneratiya ENKSê li Ewropayê gelek caran daxwaz kiriye ku kurdên diyasporayê dengê xwe bigihînin aliyên navdewletî ji bo mafên Kurdan.(