Print this page

Gundên Kobanî tên rizgarkirin

RojavaNews: Li herêma Kobanî 10 gund û cihên girîng ên din ji destê DAIŞê hatin standin.

 Şer û pevçûn li gundewarên herêma Kobanî di navbera hêzên hevbeş û çekdarên DAIŞê de berdewam dibin û zîdetirî 10 gundên nû ji DAIŞê hatine paqijkirin.

Li gor agahiyên Rûdawê ku li rojavayê Kobanî şervanên kurd bi piştevaniya Pêşmergeyên Kurdistanê û balefirên hevpeymaniya navdewletî, Girê Zaxros û gundên Geteş, Berkel, Sêvelî, Derbenûbê û her 3 gundên Derbazinê rizgar kirine.