2:24:48 AM
RojavaNews :Zivistanê destpê kir , ȗ yekem baran li Kampa Qoştepe ya penaberên Rojavayê Kurdistanê barî.
Ji ber ku livê kampê hîn jî bi sedan konên ji çadir , naylon ȗ hesin pêkhatî hene, yan jî konên ku UNê radestî wan kiribȗn , bêdest karî wek xwe mane ,ji ber hejarî ,bêkarî ȗ rewşa abȗrî ya zehmet ku bi ser penaberan ȗ tevahiya Herêma Kurdistanê de hatiye , lê bandora mezin her li ser penaberan e.
Cadeyên Kampa Qoştepe ax in dema ku baran di bare cade tev dibine herî, ȗ çȗn ȗ hatina mirovan di nava kampê de pir zehmet dibe, bi teybet zarokên dibistanan ȗ mirovên bitemen gazindên wan bêtirin.
Li gorî hin penaberan, ji bilî van kêşeyan, metirsiyeke mezintir heye, ku di her 4 werzên salê de berdewam e, lê bi barîna baranê, metirsiya ji şewat ȗ kontaka elktrîkê pir heye, ji ber her çar kon yan jî mal, elktrîka wan li ser banê her 4 konan bihev ve girêdayî ye, ew ban jî yan çadir ȗ naylon e, yan jî ji hesin yan tȗtiya ye, ȗ 4 tenkerên avê li hawîrdorê elktrîkê ne.
Hêvî ȗ gazindên xelkên Kampa Qoştepe bi bêtirên xwe ev in:
Çêkirina cadeyan
Tirsa ku ji elktrîkê heye
Avakirina malan li şûna konan
Belavkirina sûtemeniya werzê zivistanê ye
Di lêdwaneke teybet de, birêveberê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku rêveberiya Kampa Qoştepe dike, Nîzar Salih wisa ji RojavaNews re bersiv dan ȗ got: ”Ji destpêka ku Dezgeha Xêxwazî ya Barzanî rêveberiya Kampa Qoştepe kir, bi vê kêşeyê dizane ȗ çareserkirina “zift”a cadeyan dişopîne ȗ daxwaza çêkirina cadeyan kir, alîkarî ji xêrxwazekî berî demekê hate pêşkêşkirin , lê ji ber ku zȗ negehişte me, ȗ zivistan jî hat, êdî ji ber seqa ȗ keşȗhewayê, emê di destpêka Buharê de cadeyan çêbikin. “
Salih li ser rewşa metirsiya şewat ȗ kontaka elktrîkê berdewam kir: ” Ev yek ji metirsiyên ku me zêdetirîn têbînî li ser heye, ȗ me pêşinyar kiriye ku ev sîstem were guhertin, me elktrîka 360 konî ji bo xelkê guhert, lê me nikarîbȗ bêhtir çê bikin.”
Me ji aliyên pêwendîdar xwest ku werin ȗ çareyekê ji vê metirsiyê re bibînin, ji ber ku metirsiyeke mezin li ser jiyana xelkê dirust dike, lê mixabin hîn jî kes nehatiye, ȗ em cardî daxwaz dikin ku werin ȗ çareser bikin. “
Salih destnîşan kir ku sȗtemenî wê hefteya bê de were belavkirin, bipaşxistina belavkirinê jî sedema wê ew bȗ ku sirra Kampa Qoştepe ya herî dawî di nav kampan de.
R-Elî Umer