12:22:43 PM
RojavaNews :Piştî beşdariya şandeyekê ji dijberiya Sȗriyê di xwenîşandaneke Nȗneratiya Ewropa ya ENKSê de ji bo piştevaniya dijberiya Sȗriyê li Cenêvê herdu alî bi hev re civiyan.
Roja Çarşemê, 29ê Mijdara 2017an, şandeya Nȗneratiya Ewropa ya Encȗmena Niştimanî ya Kurdî li Sȗriyê ENKSê bi serokatiya Ebdulkerîm Hacî, bi serokê Desteya Bilind ya Danȗstandinên Sȗriyê Nesir El-Herîrî re civiya.
Serokê Nȗneratiya Ewropa ji Herîrî re got:”Ez hatime nerîna Revenda Kurdî li Ewropayê ji te re veguhêzim, ji ber tu niha dengê hemî pêkhateyên Sȗriyê ye . “
Hacî ji Herîrî re got:”Em dixwazin ku çareseriya Sȗriyaya Paşerojê bê Esed ȗ rêjîma Beis be, ȗ em dixwazin ku :” Damarên rêjîma Îranê ji kok li Sȗriyê bêne birîn “
Hacî berdewam kir:” Wek Nȗneratiya Ewropa ya Encȗmena Niştimanî ya Kurdî li Sȗriyê, em amade ne ku xwenîşandanan ji bo piştevaniya dijberiya Sȗrî bi mehan li Cenêvê ȗ Ewropayê berdewm bikin“
Nesir Elherîrî got: “nerîna we tekez dikin ,ȗ em ji ber vê armacê li vê derê ne. “